Îro, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê Husên Elî Salih Fezale kir.
Di wê hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê silavên Mîr û Serokwezîrên Qeterê genahdin Serok Barzanî û dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina karê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da, herwesa ragehand ku dê ji bo arîkarî û hevahengiya warê vejandinê û jêrxaneya aborî û pêşxistina peywendiyên herdu aliyan xebatê bike.
Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî pîrozbahî û destxweşî li Konsulê Giştî yê Qeterê kirin, pêşwaziya bilindkirina astê peywendiyên diplomasî di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de kir û tekez jî li ser berdewamiya dostînî û peywendiyên herdu aliyan kir.
Lihevguhertina dîtin û nerînan li ser dawî pêşhatên deverê jî pareke din a wê hevdîtinê bû.