Artêşa Îsraîlê êrişî tesîseke atomî ya Îranê kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişên şeva borî de "reaktoreke atomî ya neçalak" a li bajarê Erakê yê Îranê armanc kiriye û careke din jî tesîsa atomî ya Netanzê ketiye ber armancê.

19.06.2025, Per - 11:15

Artêşa Îsraîlê êrişî tesîseke atomî ya Îranê kir
Nuçe Belav bike

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişên şeva borî de "reaktoreke atomî ya neçalak" a li bajarê Erakê yê Îranê armanc kiriye û careke din jî tesîsa atomî ya Netanzê ketiye ber armancê.

Artêşa Îsraîlê li ser êrişên xwe yên li Îranê daxuyaniyek belav kir.

Artêşa Îsraîlê got, "Reaktora atomî li herêma Erakê ya Îranê hate armanckirin, di nav de jî navika atomî ya reaktorê, ku pêkhateyeke sereke ye di hilberîna plutonyumê de."

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku armanca êrişa ser tesîsê "rêgirtina li nûjenkirina reaktorê û bikaranîna wê ji bo bipêşxistina çekên atomî" bû.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, "Ligel vê yekê, (Hêza Hewayî ya Îsraîlê) êriş bir ser tesîseke pêşxistina çekên atomî li herêma Netanzê."

Hat diyarkirin ku nêzîkî 40 firokeyên şer ên Hêza Hewayî ya Îsraîlê beşdarî êrişa şeva borî bûne û li "bi dehan" tesîsan xistine.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu roja Yekşemê ragihand ku hêzên Îsraîlê tesîsa sereke ya dewlemendkirina uranyumê ya Natanzê wêran kiriye.

Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ya Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê ragihand ku dibe ku "lêdaneke rasterast" li beşa jêrzemînî ya tesîsê çêbûbe.

Tehranê bi berdewamî red kiriye ku hewla bipêşxistina çekên atomî bide.

Xebatên li ser reaktora lêkolînê ya ava giran a Erakê di destpêka salên 2000î de dest pê kiribûn, lê li gorî mercên Rêkeftina Atomî ya 2015an ku di navbera Îran û hêzên mezin ên cîhanê de hatibû îmzekirin û niha hatiye berdan, xebatên tê de hatin rawestandin.

Îranê, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê derbarê planên xwe yên ji bo xebitandina reaktorê yên heta sala 2026an agahdar kiribû.

Reaktora lêkolînê bi awayekî fermî ji bo hilberîna plutonyumê ji bo lêkolînên bijîşkî hatibû danîn, her wiha tesîsa stasyoneke hilberîna ava giran jî di nav xwe de dihewand.

 

Vî nûçeyê tevayî: 104 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:01:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x