Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Tîma Serbixwe ya Çavdêriya Stratejîk a bi erkê şandeya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) Volker Perthes û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, Volker Perses armanca serdana xwe bo Îraqê û plana pêdaçûna bi erk û karên tîmên Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û hevahengiya li gel Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala bê de şirove kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya rêxistinên NY kir ku di salên borî de, roleke baş di yarmetîdana proseya siyasî ya Iraqê û çareserkirina kirîzan de girtiye.
Serok Barzanî her wiha ji amadebûyan re behsa dîroka destêwerdanên herêmî di Iraqê de, hizra tundrewî, mezhebî û ew êş û azarên bi serê gelê Kurd û Iraqê de hatine kir.
Herwiha Serok Barzanî daxwaz kir ku arîşeyên Iraqê di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin û tekez jî li ser wê yekê kir ku amadebûna rêxistinên Netewên Yekgirtî û berdewamiya karê wê dê bibe alîkar ji bo baştirkirina proseya siyasî, pêkanîna aramiyê li Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan.
Her di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya herêmê û metirsî û kêşeyên li ser aramiya Iraq û navçeyê, mijarên din ên gotûbêjên hevdîtinê bûn.