Serok Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de gotarek pêşkêş kir û tê de bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî kir ku rûpeleke nû vekin û civîneke berfireh û berî 18ê vê mehê civîneke berfireh lidar bixin û hemû pirsgirêkan gotûbêj bikin û çareseriyan jê re bibînin.
Her di çarçoveya wê bangewaziyê de jî, Serok Barzanî got: Berî vê civînê ez daxwazê ji her du polîtboruyên YNK û PDKê dikim ku bicivin û nakokiyan nehêlin û atmosfereke guncaw bo civîna berfireh peyda bikin
Serok Mesûd Barzanî derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de got, îradeyek bihêz heye ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de.
Her wiha Serok Barzanî spasiya Serokwezîrê Iraqê jî kir ku ji bo cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de piştevanî kiriye.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de kurteyek ji dîroka Barzanîyan pêşkêş kir û got ku li ser Barzan gelek hatiye nivîsandin û gotin, lê dijminan rastî nivîsandin û berovajîkirinê kirine. Lê arşîvên gelek welatan nîşan didin ku tiştê li Barzan derketiye hole, tevgereke rizgariya demokratîk e û bandora wê ya mezin jî hebû.