Serok Barzanî: Divê PDK parêzerê berjwendiyên xelkê Kurdistanê be

Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 8ê Tîrmeha 2023an li Selahedîn li gel endamên fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê civiya.

08.07.2023, Cts - 11:19

Serok Barzanî: Divê PDK parêzerê berjwendiyên xelkê Kurdistanê be
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkeşî amadebûyan kiriye û spasiya rol û westana endamên fraksiyona PDKê kiriye û destxweşî li wan kiriye, ku di vê dema Parlamentoya Kurdistanê de karên xwe bi başî gehandine cîh û pabendî erkê xwe bûne.

Serok Barzanî daxwaz jî kiriye ku berdewamiya rola xwe ya di warên cuda cuda bikin û xizmeta Kurdistan û PDKê bikin.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hatiye diyarkirin, Serok Barzanî tekez kiriye, PDK hêviya sereke ya xelkê Kurdistanê ye û divê PDK parêzerê berjwendiyên xelkê Kurdistanê, çand û exlaqê bilind ê civaka Kurdistanê be.

Di berdewamiya axaftina xwe de Serok Barzanî, derbarê rewşa siyasî ya Kurdistan û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal a Iraqê û girêdayî wan mijaran berçavronî û şîretên pêwîst kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:48:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x