Serok Barzanî: Em dixwazin hilbijartin bên kirin lê bê desttêwerdanên derve

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike û her du alî bi hev re danûstandinan li ser çend mijaran dikin.

27.03.2024, Çar - 16:44

Serok Barzanî: Em dixwazin hilbijartin bên kirin lê bê desttêwerdanên derve
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike û her du alî bi hev re danûstandinan li ser çend mijaran dikin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 27.03.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir û bi hev re danûstandinan li ser çend mijaran kirin.

Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê li hev guhertin û Serok Barzanî di derheqa hilbijartinan de tekez kir ku “Her ji sala 1991ê ve PDK pêşenga birêveçûna hilbijartinan û veguhastina rewatiya şoreşgêrî bo rewatiya destûrî bûye û her car jî di hilbijartinan de bûye serkeftiya yekê. Ev du sal in ku hilbijartin bi behaneyên cuda cuda yên siyasî û paldanên derve tên paşxistin, niha jî, ku bi biryara siyasî ya Dadgeha Federalî û li dû ecêndaya derve destkarî di qanûna hilbijartinan de hatiye kirin, ji nû dibêjin bila hilbijartin bên kirin”.

Serok Barzanî tekez jî kir, “Em dixwazin hilbijartin bên kirin lê bê desttêwerdanên derve û biryarên siyasî yên metirsîdar ên Dadgeha Federalî ku armanc jê şkandina PDKyê ye”.

Serok Barzanî herwesa ragehand, “Em naçin bin barê biryarên nedestûrî yên Dadgeha Federalî ku tê de xwe danaye cihê desthilata qanûndanan û bicihanînê”. Herwesa tekez jî kir, “Têbînî û daxwaziyên PDKyê qanûnî û di çarçoveya destûrî de û pêxemetî hilbijartinên rast û rewa û zelal in”.

Serok Barzanî di pareke din a gotinên xwe de bal kêşa ser siyaseta birsîkirinê û birîna budceya xelkê Herêma Kurdistanê û tekez kir ku nabe serederiyeke siyasî ji bo lawazkirin û şkandina îradeya gelê Kurdistanê bi budce û qûtê xelkê Kurdistanê re bê kirin. Serok barzanî pêdivî jî zanî ku çareseriyeke yekalîker ji bo mijara budceya Herêma Kurdistanê bê dîtin.

Serok Barzanî herwesa ji şanda mêvan re got, “Em bi rewatiya doza gelê xwe piştgerm in û Herêma Kurdistanê bi xwîn û rondikên gelê Kurdistanê çê bûye, ne ku bi biryareke derveyî îradeya gelê Kurdistanê”.

Her di wî hevdîtinê de, Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen jî tekez kir ku welatê wî her ji destpêka salên 1990an heta niha bi giringî ve temaşeyî Herêma Kurdistanê kiriye û piştevana wê bûye û Herêma Kurdistanê bi awayekî seqamgir û bihêz dixwaze.

Balyozê Brîtanyayê li Îraqê herwesa got, “Rolê PDKyê di piroseya siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê de giring e û piroseya siyasî û hilbijartin li Herêma Kurdistanê bê rolê PDKyê piroseyeke kamlan nabe û em dixwazin hûn ji bo çarekirina arêşeyan alîkar bin”.

Stephen Hitchen herwesa ragehand, “Em nîgeraniya we fêm dikin û lewma jî em li vê derê ne ku em bizanin çawa tevlî wê yekê bibin û ji bo çareseriya arêşeyan û birêveçûna hilbijartinan bi awayekî azad û pakij û bêarêşe alîkar bin”.

Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x