Konsulê Giştî yê Fransa bi boneya bidawîhatina erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê serdana Serok Barzanî kiribû. Konsulê Giştî yê Fransa silavên Serokê Fransayê Emmanuel Macron gihandin Serok Barzanî û rola wî di parastina proseya siyasî û çarenivîsa gelê Kurdistanê bi bandor û girîng da zanîn.
Her wiha spasiya gelê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û xweşhaliya xwe jî nîşan da ku kariye gelek dost li Kurdistanê de peyda bike. Her wiha têkoşîn, qurbanîdan û keda gelê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina azadiyê bilind nirxand. Got jî: “Di hemû astan de, çi di nava hikûmetê de û çi di nav gel û raya giştî ya Fransa de, daxwaz wê heye ku divê Fransa dost û piştevana doza gelê Kurdisanê be.”
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bilî tekezkirina li ser dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û Fransayê de, spasiya hewl û karên baş ên Konsulê Giştî yê Fransa di dema karkirina wî li Herêma Kurdistanê de kir û ew bi dostekî baş ê xwe û gelê Kurd binav kir. Her wiha hêviya serkeftinê di erk û karê wî yê nû de jê re xwast.
Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, mijareke din a vê hevdîtinê bû.