Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî roja 9ê Cotmeha 2022an, pêşwazî li Balyozê Almanya yê li Iraqê Martin Jaeger kir.

10.10.2022, Pts - 07:40

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê Klaus Streicher bû, rewşa siyasî ya Iraqê, dawî hewlên ji bo nehîştina xitimandina siyasî hatin gotûbêjkirin û Serok Barzanî ji bilî amajedana bi reşnivîsa ku di navbera liyên Kurdî, Sune û Çarçoveya Hevahengiyê, tekezî li wê kir ku ew reşnivîs li ser binemaya destûrê hatiye danîn.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Balyozê Almanya ji bilî şermezarkirina êrîşên hêzên Îranê li ser Herêma Kurdistanê û armancgirtina xelkê sivîl, ew jî ragihand ku welatê wî bi giringî li pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê dinêre û xwazyar e ew di pêşerojê de bêne pêşxistin, bi taybet di warê baziganî de. Ew jî dubare kir ku welatê wî alîgirê wê ye ku mafên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de werin dayîn.

Guhartina keşûhewayê û qeyrana kêmaviyê li ser asta cîhanê, mijareke din a wê hevdîtinê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x