Serok Mesûd Barzanî roja çarşemê 3ê Gulana 2023an li Selahedîn pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto kir.
Di hevdîtinê de şerê terorê û çaksaziyên di nav hêzên Pêşmerge de û hevahengiya navbera hêzên Hevpeymanan û hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di hevdîtinê de tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê hat kirin.
