Serok Barzanî: Şêx Himêdî Deham ji bo xurtkirina têkiliyên Kurd û Ereban xebitî

Serok Barzanî bi helkefta koça dawî ya Şêx Himêdî Deham El-Cerba sersaxiyê li eşîreta Şemmer a li Sûriye kir.

11.11.2022, Cum - 13:36

Serok Barzanî: Şêx Himêdî Deham ji bo xurtkirina têkiliyên Kurd û Ereban xebitî
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Bi bawerbûna bi qeza û qedera Xwedayê mezin, bi xem û kovaneke mezin Şêx Himêdî Deham Hadî El-Cerbayê şêxê eşîra Şemmer li Sûriye koça dawî kir û bi îradeya Xwedayê mezin di nava xweşdivî û dostên xwe de li Kurdistanê xatir ji me xwest.”

Serok Barzanî behsa kesayeta Şêx Himêdî Deham dike û dibêje, “Xwedê jêrazî dosteke me yê kevin û ê gelê me bû, bi dirêjahiya temenê xwe kar ji bo bihêzkirina pêwendiyên di navbera Ereb û Kurdan de li Sûriye û Iraqê kiriye.”

Di berdewamiya peyamê de serok Barzanî, ji malbata Himêdî Deham û eşîra Şemmer re sersaxiyê dixwaze û hêvî dike, xwedayê mezin sebr û aramiyê bide malbata wî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî îro ji bo koça dawî ya şêxê eşîra Şemmer li Sûriyê Şêx Himêdî Deham Hadî El Cerba sersaxî xwest û hevxemiya xwe nîşan da.

Şêxê eşîra Şemmer li Sûriyê, Şêx Himêdî Deham duh Pêncşemê 10 Mijdara 2022an ji ber nexweşiyên dil û gurçikan li nexweşxaneya Jîn a bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir.

Termê Şêx Himêdî Deham îro bi rêya deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka yê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê hat kirin û dê li wê derê bê veşartin.

Himêdî Deham El Hadî El Cerba li gundê Til Elo yê ser bajarokê Til Koçer yê Dêrikê ji dayik bûbû.

Şêx Himêdî Deham li seranserê Sûriyê dihat naskirin û dostê Kurdan bû, pêwendiyeke baş di navbera wî û Serok Mesûd Barzanî de hebû, demekê bûbû Hevserokê Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 160 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:27:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x