Serokê Herêma Kurdistanê balyozê Sudanê yê Iraqê pêşwazî kir
Malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwazî li balyozê Sudanê yê Iraqê Yasîn Ewez Îsmaîl kir.
Malpera fermî ya Aerokatiya Herêma Kurdistanê ragihiand ku Îro pênçşem 12.10.2017 li Selahedîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Yasîn Ewez Îsmaîl Balyozê welatê Sudan li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Balyozê Sudan silav û rêzên Serok û gelê Sudanê bi Serok Barzanî gihand û ragihand ku erkê wî ya wekî Konsolê Giştî yê Sudan li Hewlêr bi dawî hatiye û niha wekî Balyozê welatê xwe li Iraq dest bi kar bûye û demeke nêzîk da Konsolê nû yê Sudan li Hewlêr ji aliyê welatê wî ve tê destnîşan kirin.
Balyozê Sudan spasiyên xwe û welatê xwe pêşkêşî Serok Barzanî û gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku têgihîştina rewşa niha ku heye û rastiyên wê jî digihîne berpirsên welatê xwe yên ser xwe.
Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina wan, hêviya serkeftinê ji bo Yasîn Ewez xwest li erkê wî yê nû da û xweşhaliya xwe ji bo berev pêşveçûna asta peywendiyên di navbera her dû aliyan pêşan da û ezmûna Sudanê ji bo çareserkirina kêşeyên navxweyiyên welat bilind nirxand.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Kurdistan û Iraq û navçeyê û pêşketinên siyasiyên dawî de, guftûgo kirin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1348 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:14:17