Serokê Herêma Kurdistanê fermana kontrolkirina rewşê da

Derbarê bûyerên duh 3 Adarê ya li komelgeha Xanesorê li navçeya Şingalê, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah ragihand “Serokê Herêma Kurdistanê gelekî nîgeran û xembar e ji van bûyeran û rênimayên pêwîst arasteyî aliyên pêwendîdar û Wezareta Pêşmerge kiriye, bo kontrolkirina rewşê were kirin û nehêlin geş bibe.”

04.03.2017, Cts - 13:43

Serokê Herêma Kurdistanê fermana kontrolkirina rewşê da
Nuçe Belav bike

Herwiha Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê got jî: “Divê hemû aliyek bizane, ku li Herêma Kurdistanê tenê dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyar in di rêveberiya herêmê de. Di heman demê de hîç aliyek nikare dest bixe nav karûbarên Herêma Kurdistanê rê li tevahiya Pêşmerge bigire.

Deqa daxuyaniya Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:

“Di derbarê rûdanên roja înê 03.03.2017 ya li komelgeha Xanesor ya li devera Şingalê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê gelek nîgeran û xemgîne bi van rûdanan û rênimayiyên pêwîst jî pêşkêşî aliyên peywendîdar û Wezareta Pêşmerge kiriye bo ku kontrola rewşê bikin û nehêlin geş bibe.
Li gel eve jî divê hemû aliyek bizanin li Herêma Kurdistanê da tenê dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsin ji îdareya Herêmê. Di heman demî de hîç aliyek nikare dest bixe nav karubarên Herêma Kurdistanê rê li tevgera Pêşmerge bigre.”

Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
04.03.2017

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1605 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x