Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di gotarekê de li rêûresma derçûn gera 26ê ya pêgehandina efserên Kurdistanê li kolîca serbazîya Zaxo tekez kir, ku gera pêgehandinê pêwîstîyeke giringe bo efseran û geşepêdana şîyanên mirovî bingeha pêşkevtina civakê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê ragehand jî: Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke serbazî nîştîmanî heye ku nabe bo aramncên hizbî bihên bikarhînan.
Nêçîrvan Barzanî got: Pêşmerge li cîhanê bi simbula îradeyê hatîye nasîn û Herêma Kurdistanê şanazîyê bi Pêşmerge dike û nabe Pêşmerge bi xwe jî qebûl bike ku hêzeke hizbî be.
Amaje jî da: Zanista serbazî wek her zanisteke din xwedî paşxan û bingehên zanistîyên taybet bi xwe hene û milbimil li gel pêşkevtinên teknelocîya û keresteyên cengî bi berdewamî di pêşkevtin û nûvebpnê de ye.
Serokê Herêma Kurdistanê ragehand jî: Berdewamîdan bi pêgehandina efseran giringîyeke hetmîye bo Herêma Kurdistanê û perwerdekirina wan li ser bingeha nîştîmanperwerî, mirovdostî û hestkirin bi berpirsyartîyê, cengawerên xwedî bawer û berevanên xwedî îrade di maf û behayên nîştîmanî û mirovanîyê berhem dihîne.
Nêçîrvan Barzanî got: Pêşmerge û tevahîya hêzên çekdarên Herêma Kurdistanê, hêzên hûre bilind, aştîxwaz û jîyan dostin. Pêşemerge li ser asta cîhanê bi simbila îrade û berevanîyê li şaristnaîyetê û mirovanîyê hatîye nasîn û xwedî paşxaneke mezine ji hizr û bawerîya behayên mirovanîyê.