Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrişa li dijî xwepêşanderên li Bexdayê de ku 16 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 50 kesan birîndar bibûn de daxuyaniyek belav kir û têde daxwaz dike ku kes û aliyên ku êrişî xwepêşanderên sivîl li pira Sinek û meydana Tehrîr li Bexdayê kirine, bên dîtin û li gor yasayan werin cezakirin.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hate gotin ku xwepêşandanên nerazîbûnê mafeke destûrî ye û ew kuştina ku li hemberî xwepêşandarên sivîl li pira Sinek û meydana Tehrîrê hatiye encamdan, tawanên bê behane ne.
Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: Bi gelek nîgeranî em li berdewamiya tundûtûjiyan dinerin. Kuştinên li beramber xwepêşanderên sivîl hatine kirin tawanên bê hincet in. Divê Tawankar bêne dîtin û li gorî yasayê miamele ligel wan bê kirin. Xwepêşandanên aştiyane û sivîl mafekî destûrî yê rewa û parastî ye. Bi ti awayî ew zêdegavî di tundûtûjiyê de li beramber xwepêşanderan nayê qebûlkirin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hate gotin ku erkê hemû aliyan e ku canê welatiyan biparêz e, bi awayeke berpirsane tevbigere da ku rewş aloztir nebe û ti kes din nebin qurbanî.
Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê nerazîbûn û xwepêşandanên xelkê berdewam in û duh li nêzikî pira Sînek li Bexdayê, hejmareke kesên nenas êrişî xwepêşanderan kir û di encamê de 16 kes hatin kuştin û zêdeyî 50 kesan jî birîndar bûn.