Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryarekê di berjewenda mifadîtiyên qerzên biçûk de derdixe

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarekê di berjewenda mifadîtiyên pirojeyên qerzên biçûk de derdixe, herwesa biryarê dide ku lêborîn bi rêjeya sedî 20 ya tevaya qerzên venegeriyayî di çarçoveya pirojeyên dana qerzên biçûk de bê kirin.

25.06.2024, Sal - 10:16

Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryarekê di berjewenda mifadîtiyên qerzên biçûk de derdixe
Nuçe Belav bike

Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh (Duşem, 24.06.2024) ragehand, “Li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, biryara lêborînê ji bo mifadîtiyên qerzên biçûk tê derxistin.”

Di ragehandina Wezareta Kar û Karûbarên Civakî de hatiye, “Serokatiya Civata Wezîran di civîna xwe ya asayî de li roja Çarşemê, 27.03.2024, hejmareke biryaran di berjewenda welatiyan de derxist. Lê tevî lêborîna ji hin qerzên wekî av, kareb, sizayên trafîkê û hwd., Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kwêstan Mihemed Birêveberê Sindoqa Piştevaniya Pirojeyên Biçûk raspart ku bi zûtirîn dem raporteke têr û tesel berhev bike, ji bo ku di civîna bê ya Civata Weîzran de pêşkêş bike û danûstandin li ser bên kirin. Bi dilxweşî ve piştî gengeşekirina mijara lêborînê ji bo mifadîtiyên qerzên biçûk, biryara lêborînê bi rêjeya 20% ji tevaya qerzên venegeriyayî di çarçoveya pirojeyên dana qerzên biçûk de hat derxistin.”

Li dû wê fermanê ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îmza kiriye, biryar li ser lêborînê bi rêjeya 20% ji tevaya berkeftiyên qerzên venegeriyayî di çarçoveya qerzên biçûk de hat dan.

Di xaleke din a wê fermanê de hatiye, “Raspartina Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ji bo lidûçûna doza wan mifadîtiyên qerzên biçûk ên ku pirojeyên wan ji ber sedemên derveyî daxwaz û îradeyên wan serkeftî nebûne, ji bo ku paştir biryarên pêdivî di derheqa wan de bên dan.”

Herwesa di xalên sêyê û çarê de jî hatiye, “Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, bi hevahengiya Wezareta Darayî û Aborî, rênimayên pêdivî ji bo hêsankariyên bicihanîna biryara lêborînê derdixe, herwesa hemî wezaret û aliyên peywendîdar jî bi bicihanîna wê fermanê hatine pabendkirin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 359 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:40:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x