Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend biryarên girîng di berjewendiya gelê Kurd de ragihandin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27.03.2024an ragihand, wan Wezareta Darayî û Aborî raspardine ku dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Sibatê bikin û xwe bo mûçeyên meha Adarê û mehên bê jî amade bike. Herwiha got: “Em hikûmeta federal dixin bin berpirsiyariyek destûrî û exlaqî, ta ku soza xwe ya dabînkirina mûçeyan bicîh bîne.”

27.03.2024, Çar - 17:12

Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend biryarên girîng di berjewendiya gelê Kurd de ragihandin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27.03.2024an ragihand, wan Wezareta Darayî û Aborî raspardine ku dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Sibatê bikin û xwe bo mûçeyên meha Adarê û mehên bê jî amade bike. Herwiha got: “Em hikûmeta federal dixin bin berpirsiyariyek destûrî û exlaqî, ta ku soza xwe ya dabînkirina mûçeyan bicîh bîne.”

Deqa daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Welatiyên hêja

Her wek ku me duh soz dabû ku îro di civîna Encûmena Wezîran de em ê hinek biryaran di berjewendiya gelê Kurdistanê de bidin. Ji bilî destxweşî û spasiya li xweragirî û bihnfirehiya xelkê Kurdistanê, îro dixwazim ji we re ragihînim ku me biryara dabeşkirina mûçeyên meha Sibatê daye û min Wezareta Darayî raspardeye ku dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Sibatê bike û amadekariyan ji bo dabînkirina mûçeya Adarê û mehên din jî bike. Em hikûmeta federal li Bexdayê dixin bin berpirsyariyeke destûrî û exlaqî ku soza dabînkirina mûçeyan bi me re dane, cîbicî bike.

Me hemûyan ew erkên ku li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn, bicih anîne û bi spasî ve Wezareta Darayî, Encûmena Wezîran û wezaretên peywendîdar hemû xebatên pêwîst kirin ku hemû tedbîr bên girtin û hemû hincetên ku heta niha hatine bikaranîn nehêlin û tiştê ku li ser milê me bû me kiriye û em hêvîdar in ku ev yek bibe qonaxeke nû ji bo ku mûçe di dema xwe de û li gorî pêwîstiyan bên dabeşkirin.

Di berjewendiya gelê Kurdistanê de me çend biryarên din jî di Encûmena Wezîran de standin, da ku barê giran yê aborî ku ketiye ser milê gelê Herêma Kurdistanê sivik bikin. Me biryar daye ku Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî dest bi terxankirin û dabeşkirina zevî li ser wan hemû karmendên ku heta niha sûd ji hikûmetê wernegirtine bike.

Me daxwaza daxistina sedî 20 li ser fatûreya elektrîkê ya berhevkirî kiriye. Me wezaretên peywendîdar raspardine ku vê yekê bikin û herwiha me daxwaza daxistina %20 cezayên trafîkê yên komkirî, daxistina sedî 50 li ser risûmatên hinardekirina goşt, daxistina %20 li ser risûmatên paralel li zanîngeh û peymangehan kiriye. Herwiha, lêxweşbûna sizayan ji bo derengmayîna beşdariya desteberî civakî û raspardina Wezareta Şaredariyê ji bo kêmkirina risûmatên ava berhevkirî bi rêjeya sedî20 û kêmkirina risûmatên şaredarî yên taybet bi kirêya kirêdarên Wezareta Şaredariyan bi rêjeya sedî 20 ji kasibkar û hejaran re.

Hêvîdar im ev gav û biryar heta radeyekê alîkariya gelê Kurdistanê bikin. Careke din spasiya xweragirî û bihnfirehiya we dikim û hêvîdar im ku em bi hev re vê qonaxê derbas bikin û ev bibe destpêka bidawîkirina ambargoya aborî ya ku ketiye li ser Herêma Kurdistanê û bidawîanîna krîza darayî li Herêma Kurdistanê û bikevin qonaxeke nû û bikaribin bi hikûmeta federal re bigihin encameke baş ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên ku di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de mane.

Tiştê ku li ser milê me û erkê me ye, me kiriye û emê di hewlên xwe de berdewam bin ji bo zêdetir di xizmeta gelê Kurdistanê de bin.

Hûn her şad û serketî bin û Kurdistan jî her avedan be.

 

Vî nûçeyê tevayî: 816 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:29:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x