Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwazeke xwendekaran bi cî tîne

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çêkirina pireke bilind a derbazbûnê li beranberî mala xwendekaran a Şehîd Şewket Şêx Yezdîn li bajarê Hewlêrê razî bû. Ew yek ji daxwazên xwendekarên wê mala xwendekaran bû ji bo ku bi silametî li ser rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê derbaz bibin.

13.10.2023, Cum - 06:09

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwazeke xwendekaran bi cî tîne
Nuçe Belav bike

Roja Pêncşemê, 12ê Cotmeha 2023ê, parêzgeha Hewlêrê ragehandinek belav kir ku tê de hatiye, “li ser razîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û pêxemetî silametiya hatin û çûna welatiyan û xwendekaran, li ser rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê, li beranberî mala xwendekaran a Şehîd Şewket Şêx Yezdîn, gojimê pêdivî ji bo çêkirina pireke bilind a derbazbûna peyayan hat terxankirin”.

Di wê ragehadina parêzgeha Hewlêrê de amaje bi wê yekê jî hatiye dan ku, niha ji aliyê tîmên ezndazeya hatin û çûnê ya Hewlêrê ve, ji bilî destnîşankirina cihê wê pirê û çêkirina nexşe û dîzaynên wê bi rengekî pêşkeftî û serdemane, ku tê de kesên xwedî pêdiviyên taybet jî li ber çavan hatine wrgirtin, hemî amadekarî bidawî hatine û li van nêzîkan dê dest bi danana wê bê kirin.

Piştî ku xwendekarên mala xwendekaran a Şehîd Şewket Şêx Yezdîn bi rêya parêzgerê Hewlêrê Umêd Xuşnaw daxwaza xwe gehand Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çêkirina pireke bilind a derbazbûnê li bernaberî wê mala xwendekaran, ji bo ku bi silametî li ser rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê derbaz bibin, her îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza wan xwendekaran bi cî anî û li ser çêkirina wê pirê razî bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 443 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:22:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x