Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Spanyayê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Spanyayê li Iraqê Pedro Martinez Avial kir, ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdan kiribû.

07.05.2024, Sal - 15:37

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Spanyayê li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên dualî û pêşhatên dawî yên li Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyoz kir ji bo bihêzkirina peywendiyên Spanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û hêviya serkeftinê jî di erkê wî yê bê de jê re xwast.”

Balyozê Spanyayê pêzanîna xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da di serkeftina erkê wî de piştgirî û alîkariya wî kiriye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:43:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x