Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê kir

Bi boneya bidawîbûna erkê xwe, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.

23.08.2022, Sal - 14:31

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 23ê Tebaxê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay kir, ku bi boneya bidawîbûna erkê xwe, serdana Serokwezîr kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Tirkiyê kir ji ber ku dema li Herêma Kurdistanê bû ji bo pêşvebirina pêwendiyên dualî kar kiriye.

Mesrûr Barzanî ji bo Hakan Karaçay di erkên wî yên nû de hêviya serkeftinê jê re xwest.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê Hakan Karaçay jî pesn û pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel konsulxaneya welatê xwe nîşan da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 450 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:23:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x