Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Senatoya Amerîkayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Gulanê pêşwazî li şandeke Encûmena Pîran a Amerîkayê kir ku ji Senator Ted Budd û Senator Johni Ernst pêk hatibû.

04.05.2024, Cts - 16:23

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Senatoya Amerîkayê kir
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de ku Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanawsky û Konsulê Giştî yê Amerîkayê Mark Straw tê de amade bûn, pêşxistina peywendiyên dualî, pêşhatên dawî yên li Iraqê, giringiya parastina mafên destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Şanda Encûmena Pîran a Amerîkayê piştevaniya xwe bo asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê tekez kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya berdewamiya piştevanîkirina Amerîkayê kir, bi taybetî piştevanîkirina Pêşmerge de. Tekezî li ser giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê û rêkeftinan û herwiha rêzgirtina li sîstema federalî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê kir.

Mijareke din a hevdîtinê, taybet bû bi hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, di vê derbarê de tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên azad, şefaf û dadperwerane, bi beşdariya hemû aliyan û parastina mafên pêkhateyan hate kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:17:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x