Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şewitandina Qurana pîroz şermezar kir û daxwaz dike ku li her derê, rêz li hemû kitêbên pîroz yên asmanî were girtin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya Twitterê ragihand: “Ez şewitandina Qurana pîroz şermezar dikim. Daxwaz dikim ku li her derê, rêz li hemû kitêbên pîroz yên asmanî were girtin û rê li ber têkdana pêkvejiyanê were girtin.”
Roja 28ê Hezîranê, Iraqiyekî di yekem roja Cejna Qurbanê de li ber mizgeftekê li Stockholma paytexta Swedê, Qurana pîroz şewitand.
Piştî ku polîsê Swêde destûr da, welatiyê Iraqî yê bi navê Salwan Momika yê 37 salî li ber mizgefteke bajarê Stockholmê Quran şewitand.