Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên dualî, pêşkeftinên proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rewşa ewlehî û leşkerî ya Iraq û navçeyê hatin guftûgokirin.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevanî û hevkariyên Almanyayê bo Hêzên Pêşmerge kir, herwiha pêzanînên Herêma Kurdistanê jî ji bo biryara hikûmet û parlamentoya Almanyayê ya ji bo dirêjkirina dema mayîna hêzên wan li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Di beşeke din a daxuyaniyê de; Her du alî li ser giringiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de hevnêrîn bûn.
Pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û girîngiya parastina ewlehî û aramiya navçeyê, beşeke din ên guftûgoyên hevdîtinê bû.