Serokwezîrê Hollandayê nameyek ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re dişîne

Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re şand û tê de piştevaniya welatê xwe ji bo ji bo pêşxistina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê dubare kir.

25.04.2023, Sal - 12:21

Serokwezîrê Hollandayê nameyek ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re dişîne
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Holendayê di nameya xwe de eşkere kir, pêwendiyên bihêz di navbera Hollanda û Herêma Kurdistanê de hene, bi taybetî di warê pêşxistina çandiniyê de.

Serokwezîrê Holendayê tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî piştevaniya geşepêdana sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê dike, wek beşek ji karnameya Kabîneya Nehem a di warê pirrengiya aborî de.

Her wiha Serokwezîrê Hollandayê di nameya xwe de behsa wê yekê jî dike ku gelek derfet ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî hene, bi taybetî di warê danûstandinên bazirganî de, sûdwergirtina ji pisporî û beşdariya di xule û bernameyên rahênanê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 335 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:15:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x