Serokwezîr Barzanî: Destek li pişt xwepêşandanan heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got beşeke xelkê Kurdistanê daxwaza mafê xwe yê rewa dike li hinek hene avahiyên gelemperî dişewitînin, eger destek li pişt van nîne çima avahiyan bişewitînin.

21.12.2017, Per - 10:59

Serokwezîr Barzanî: Destek li pişt xwepêşandanan heye
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de ragehand, Almanya û Fransa dixwazin alîkariya herêma Kurdistanê bikin, ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda bên çareser kirin.

Nêçîrvan Barzanî ragehand, herêma Kurdistanê di bin gefên cidî de ye û got; ‘’Pêwîste hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê yekrêziya gelê Kurdistanê biparêzin.’’

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi vê yekê kir, ku di civîna li gel Şêwirmenda Almanya Angela Merkel û wezîrê derve û wezîrê berevaniyê hevdîtin pêkanîne û diyar kir daxwazên herêma Kurdistanê bo çareser kirina pirsgirêkên li gel hikûmeta Iraqê bi rêyên danûstandinan ve hate ragehandin.

Derbarê xwepêşandanên beşek ji xelkê navçeyên parêzgeha Silêmaniyê de jî Nêçîrvan Barzanî, serxweşî ji kesûkarên qurbaniyan re ragehand û got: ‘’Xwepêşandan mafê hemû hemwelatiyane. Lê pêkanîna aloziyan û şewitandina cîhên îdarî û qaymeqamtî û binkeyên partiyan nakeve çarçoveya daxwazên mafên rewa.’’

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê hişyarî wê derbarê de kir ku ‘’Desteke têkdide heye û dixwaze xwepêşandanan ber bi aliyeke din ve bibe û tundiyê ava bike .’’ herwaha got, hikûmeta herêma Kurdistanê rê nade seqamgiriya Kurdistanê bê têkdan û em nahêlin ev yek pêkbê.’’

Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Herêma Kurdistanê îro di bin gefên pir cîdî de ye û eger em bixwe yekrêz nebin û li gel yek alîkar nebin bo derbaskirina vê rewşê, ti kesek ji vê rewşê ti tiştekê dest naxe. Hemû hêzên siyasî û gelê Kurdistanê pêwîste vê yeke bizane, ew bazar û lîstokên li ser Kurdistanê hene, ji wê mezintire ya hest pê tê kirin.’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1189 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:15:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x