Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîkayê kir

Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê peşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê.

05.01.2018, Cum - 06:31

Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîkayê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê peşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û heyeta pê re kir.

Di civîna Barzanî û Silliman de herdu aliyan dupat kir ku piştî aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê aramî dirust bûye, divê ew aramî zêdetir were pêşxistin û bêparastin heta ku ji bona destpêkirina danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de atmosfereke baş çêbibe û hemû pirsgirêk li ser bingeha destûra Îraqê çareser bibe.

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û heyeta diplomasi ya balyozê Amerîkayê jî amade bûn. Herwiha di civînê de behsa gavên ku ji bo çareseriyê hatine avêtin, komîteya ku wê serdana Bexdayê bike, rewşa aborî ya Kurdistanê, helwesta Iraqê ya dayîna meaşên karmendan û pêşveçûnên siyasî û leşkerî yên herêmê hatin nirxandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 858 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:24:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x