Şêx Himêdî Deham li Hewlêrê koça dawiyê kir

Şêxê Eşîreta Şemer li Sûriyê, Şêx Himêdî Deham li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

11.11.2022, Cum - 06:53

Şêx Himêdî Deham li Hewlêrê koça dawiyê kir
Nuçe Belav bike

Kesayetê Sûriyê yê navdar Şêxê Eşîreta Şemer li Sûriyê, Şêx Himêdî Deham roja Pêncşemê 10 Mijdara 2022yan li Hewlêrê koça dawî kir.

Nexweşiyên dil û gurçikan bi Şêx Himêdî Deham re hebûn, li Hewlêrê dihat dermankirin û li nexweşxaneya Jîn a Hewlêrê koça dawiyê kir.

Şêx Himêdî Deham li seranserê Sûriyê dihat naskirin û dostê Kurdan bû, pêwendiyeke baş di navbera wî û Serok Mesûd Barzanî de hebû, demekê bûbû Hevserokê Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê.

Ji eşîreta xwe hêzeke çekdarî bi navê Senadîd ava kir. Kurê wî Bender, fermandarê giştî yê Senadîd e.

Eşîreta Şemer, yek ji eşîretên mezin yên Ceîzreya Erebî ye.

Siyaseta wî ew bû ku pêwendî li gel hikûmeta Sûriyê baş bin û tu caran pêwendiyên xwe bi Şamê re xerab nekiribûn.

Himêdî Deham El Hadî El Cerba li gundê Til Elo yê ser bajarokê Til Koçer yê Dêrikê ji dayik bûye. Şêxê Hoza Şemer li Sûriyê bû. Sala 2014an bûbû Hakimê Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xwe

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 237 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:19:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x