Sêyemîn Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Duhokê dest pê kir
Sêyemîn Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê dest bi karên xwe kir.
Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di korbendê de beşdar dibin.
Di korbendê de ji bilî wezîr û berpirsên Iraq û Kurdistanê, çendîn kesayetî û berpirsên 80 welatan beşdar dibin. Di çend panel û civînan de rewşa siyasî û aborî ya herêmê dê were gotûbêjkirin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:30:56