Tîma wezîran a YNKê îro beşdarî civîna Encûmena Wezîran dibe

Jêderekî ji Encûmena Wezîran ji K24ê re ragihand, biryar e îro Yekşemê tîma wezîran a YNKê beşdarî civîna Encûmena Wezîran bibe.

14.05.2023, Paz - 06:54

Tîma wezîran a YNKê îro beşdarî civîna Encûmena Wezîran dibe
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên K24ê, sibe Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive û tîma wezîran a YNKê beşdarî civîna Encûmena Wezîran bibe.

Roja Duşemê 8ê Gulana 2023an Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û di atmosfereke erênî de pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. her du alî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û hevkariya di navbera hemû komên wezîran ên di nava Encûmena wezîran de, hevnêrîn bûn.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe yê Twîtterê dilxweşiya xwe ya ji bo mêvandariya Qubad Talebanî nîşan da û got, bi giyanê diyalogeke avaker û vekirî, me behsa mijarên nav hikûmetê kirin û li ser rêyên avêtina pêngavan ber bi pêş ve, li hev kir.

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) şeva borî 13 Gulana 2023an civiya û li gorî daxuyaniyekê, di civînê de tekezî li ser yekrêzî û pêşvebirina proseya siyasî hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 313 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:52:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x