Tirkmenên Kerkûkê li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê ne

Nûnerên tirkmen ên Kerkûkê li dijî biryara Parêzgarê Kerkûkê ya bikaranîna zimanê kurdî û bilindkirina Ala Kurdistanê ya di saziyên vî bajarî de, derketin û diyar kirin, ku ew vê biryarê qebûl nakin.

18.03.2017, Cts - 09:11

Tirkmenên Kerkûkê li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê ne
Nuçe Belav bike

Aliyên tirkmen jî li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê ne. Cîgirê Serokê Bereya Turkmenî Hesen Turan di civîneke çapemeniyê de got; “Nûnerên Turkumenan ji bo gotobêjkirina biryara parêzgarê Kerkûkê derbarê bilindkirina ala Kurdistanê li ser dezgehên parêzgehê civiyan. Beşdarên civînê bi yekcarî vê biryarê red dikin.”

Turan diyar kir; “Ji ber berovajî destûra Iraqî û yasayên wê ye û fitneyê di navbera pêkhateyên Kerkûkê de çê dike, ku em hewl didin pêwendiyên wan pêkhateyan xurt be û xizmetên baş ji bo welatiyan were pêşkêş kirin. Rewşa xirab ya ewlehiyê were baş kirin û navçeyên din yên vê parêzgehên ji çekdarên DAIŞê werin rizgar kirin.”

Hesen Turan daxwaz kir, ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê gotobêjkirina vê biryarê red bike ji ber, ku berovajî destûr e û wê bibe sedema perçebûnê di navbera fraksyonên encûmenê.

Cîgirê Serokê Bereya Turkmenî Hesen Turan got; “Em daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê dikin, ku helwesta xwe ya redkirina vê biryarê nîşan bide. Herweha em ji ofîsa UNAMÎ li Kerkûkê dixwazin ku van rastiyan bigihîne ofîsa xwe ya niştîmanî li Bexdayê.”

Turan destnîşan kir, ku pêwîstiya Kerkûkê bi biryarên tewafuqî heye, ku baweriyê di navbera turkmen, kurd, ereban û kildan û aşûrî de xurt bike û tekezî li ser tiştên hevpar di navbera pêkhateyan de were kirin.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di 14ê Adarê de biryar dabû “Tevî zimanê erebî, zimanê kurdî jî êdî di nav nivîsên fermî de bên nivîsandin” û aşkera kiribû ku ev li gor Destûra Iraqê mafê rewa ye.

Herwiha di biyara nivîskî de hatibû destnîşankirin: “Saziyên ku li dijî biryarê tevbigerin, cezayên îdarî dê li ser wan bên sepandin.”

Weke din di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin, daxwaz kirine Ala Kurdistanê li tevahiya saziyên fermî were bilindkirin.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji Rûdawê re ragihand: “Gava em dibêjin Kurdistan, em dizanin li ser vê axê tevî kurdan, pêkhateyên din jî hene, ji ber vê yekê em bi Ala Kurdistanê nûneriya hemû gelan dikin. Li parêzgeha me weke ku li Herêma Kurdistanê tê kirin, divê di roja Ala Kurdistanê de li zanîngehê ala were bilindkirin. Parêzgeha me bi ser Iraq û Herêma Kurdistanê ye, lewma divê her du ala jî bêne bilindkirin. Ev biryar gava ji aliyê encumena parêzgehê ve were pesendkirin, gel jî dê vê yekê bibînin.”

Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî jî got: “Bi vê pêngavê, êdî li gel ala Iraqê, ala Kurdistanê jî li tevahiya saziyên fermî dê were bilindkirin. Komîsyonên pêwendîdar li ser vê mijarê dê dengdan bikin.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:11:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x