Wezareta Derve ya Amerîkayê: Peyrewên hemû olan li Herêma Kurdistanê parastî ne

Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporta xwe ya salane de li ser azadiya olan ragihandiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêz li olan digre û hemû daxuyaniyên ku dibin sedema dirustbûna tundûtûjiya olî, qedexe kiriye.

17.05.2023, Çar - 07:32

Wezareta Derve ya Amerîkayê: Peyrewên hemû olan li Herêma Kurdistanê parastî ne
Nuçe Belav bike

Di raporta xwe ya salane ya derbarê azadiya olan a cîhanê de Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kiriye, ji bilî Herêma Kurdistanê, li Iraqê li ser peyrewên beşek ji olan serkutkirin heye.

Di raportê de hatiye destnîşankirin: “Serkutkirina azadiya olan li Iraqê bi awayekî berfireh ji bilî Herêma Kurdistanê heye û hêzên ewlehiya Iraqê, destê wan di tawana dijî pêkhateyên olî de heye.”

Herwiha hatiye eşkerekirin, li derveyî Herêma Kurdistanê, pêkhateyên wek Êzidî û Mesîhî rûbirûyî destdirêjiya desthilatdarên navxweyî dibin û pêkhateyên ne Misilman rûbirûyî gef, lêdan, zext û bêzarkirinê dikin, di nav wan de jî peyrewên ola Behayî wek nimûne hatine nîşandan û hatiye destnîşankirin ku ola Behayî li Iraqê qedexe ye û sizayê çendîn sal zindanî li ser e, lê belê li Herêma Kurdistanê ev serkutkirin tune ye û Hikûmeta Herêmê rêzê li peyrewên ola Behayî digre.

Raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê bal kişandiye ser wê yekê ku peyrewên hemû olan li Herêma Kurdistanê parastî ne, herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû daxuyaniyên ku dibin sedema tundûtûjiya olî, qedexe kiriye. Herwiha hatiye destnîşankirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji bo Êzidiyan nîşan daye û çend caran daxwaz kiriye ku rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku hebûna PKKê li deşta Neynewa û Şingalê û berdewamiya bombebaranên Tirkiyê bo ser wê navçeyê, bûne sedema dirustbûna metirsiyê û bûne rêgir li hember vegera awareyan bo deverên xwe.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi hejmarek belgeyan belav kiriye ku ji destpêka kontrolkirina Şingalê ve ji aliyê DAIŞê ve di sala 2014an de, PKKê bi sedan zarokên Êzidî revandine û hewl dane îdeolojiya xwe li ser wan bisepîne bi rêya dirustkirina bandorê li ser fikra wan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:47:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x