Wezareta Karên Navxwe ya Kurdistanê: PKKyê bi mûşekan êrişî Hêzên Zêrevan kir

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku gerîlayên PKKyê li devera Amêdiyê bi mûşekan êrişî Hêzên Zêrevanî kir.

25.01.2024, Per - 06:11

Wezareta Karên Navxwe ya Kurdistanê: PKKyê bi mûşekan êrişî Hêzên Zêrevan kir
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro li devera navçeya Amêdiyê ya Dihokê gerîlayên PKKyê bi mûşekan êrişî Hêzên Zêrevan kir.

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku “Medyaya ser bi PKKyê ve nûçeyeke xapînok belav kiriye li gorî wê nûçeyê hêzên Pêşmerge li Amêdiyê êrişa wan kiriye.”

Wezareta Karên Navxwe got:

“Em ji welatiyên Herêma Kurdistanê û hemû Kurdistaniyên li seranserî cîhanê re radigihînin ku îro danê nîvro çekdarên PKKyê bi dehan kîlometran dûrî sînorê Tirkiyeyê li devera Amêdiyê, bêyî rêzgirtin ji saziyên fermî û destûrî yên Herêmê re, zêdegavî li ser xaleke hêzên Zîrevanî kiriye.

Çekdarên PKKyê piştre jî bi mûşekan êrişî xala kontrolê yê Hêzên Zêrevaniyê kir û Hêzên Pêşmerge jî ji baregehên xwe xwe parast.”

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ew yek wekî “hewldan û kiryarên têkder û armanca armanca têkbirina ewlehê û aramiya Herêmê Kurdistanê” dibîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Mixabin ew bûne beşek ji planên navçeyê yên li dijî qewareya Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê nabe meydana yekalîkirina pirsgirêkên herêmê û em piştevaniya hemû hewl û rêkarên aştiyane yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna aştî û aramiyê dikin.

Lê mafê parastinê ji bo hêzên me parastî ye û em bi tundî li dijî her hewleke armanckirina qewareya Herêma Kurdistanê û saziyên fermî radiwestin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 549 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:56:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x