Wezîra Derve yê Almanya serdana Herêma Kurdistanê dike

Wezîra Derve ya Almanyayê biryar e îro serdana Berxda û Hewlêrê bike û ligel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

07.03.2023, Sal - 08:02

Wezîra Derve yê Almanya serdana Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf ragihand ku ragihand ku îro Sêşemê 7ê Adara 2023yan Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Annalena Baerbock dê destpêkê biçe Bexdayê ligel Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Derve Fuad Husên bicive.

Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, piştî Bexdayê Wezîra Derve ya Almaniya tê Hewlêrê û ligel berpirsên Herêma Kurdistanê dicive.

Tê pêşbînîkirin ku mijarên weke xurtkirina pêwendiyên dualî yên di navbera Hewlêr,Bexda û Berlînê de û peydakirina şert û mercên hevbeş di hemû waran de, bi taybetî di warê enerjî û veberhênanê de gotûbêj bike.

Ev yekem seredana Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ye bo Iraq û Herêma Kurdistanê piştî bi jînosad nasandina komkojiya Kurdên Êzidî ji aliyê parlamentoya wî welatî ve.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:38:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x