Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq di konferanseke rojnamevanî ligel Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Merûf û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw de ragehand, hemû pêkhateyan şehîd dane, têkoşîn kirine û Kurdistan ne milkê ol û neteweyekê tenê ye, lê belê milkê me hemûyan bi hev re ye.
Destnîşan kir ku yek ji xalên geş ên Kurdistanê, jî jiyana hevbeş e û got: “Îro zêdetirî milyonek xwişk û birayên ereb li Herêma Kurdistanê dijîn, ev jî nîşana pêşwazîkirin û çanda xweş a gelê Kurdistanê ye.”
Piştîwan Sadiq aşkere kir, niha piraniya mesîhî û êzidiyên Iraqê li Herêma Kurdistanê dijîn, ku ev yek jî nîşana dilfirehî û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên Herêma Kurdistanê ye.
Da zanîn jî, axaftina nerm a mamostayên olî, bi taybetî ola Îslamê, hêjayî rêzgirtin û pêzanînê ye û tekez kir ku Wezareta Ewqafê di xizmeta hemû mamostayên olî û pêkhateyên din de ye.
Derbarê bûyera berî çend rojan a li Şingalê de jî got: “Bêguman di her olekê de kesên zêdegaviyê dikin hene, lê li Herêma Kurdistanê ti pirsgirêkeke olî nîne.”
Piştîwan Sadiq tekez kir, nabe kesek bi navê ola pîroz a Îslamê êrişî oleke din bike û got: “Em ê li dijî her kesê ku tiştekî wiha bike, tedbîrên qanûnî bigrin.”
Derbarê rewşa Şingalê de jî, Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf ragihand, rola Iraq û Netewên Yekgirtî di cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de girîng e û divê di zûtirîn dem de ew rêkeftin were cîbicîkirin.
Aydin Marûf destnîşan kir ku xelkê Şingalê ji ber metirsiya PKKê û rêxistinên çekdar nikarin vegerin malên xwe.
Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di konferansa rojnamevanî de amaje bi wê kir ku ne pêkan e û nabe jî, li cihekî bûyerek rû bide, rasterast olek pê were tawanbarkirin.
Omêd Xoşnaw got jî, binpêkirina herî mezin ew e ku kesek qanûnê binpê bike û kenalên medyayî xapandinê di wê mijarê de bikin, wê bixin rêyekê din û bibêjin ku bêrêzî li pêkjateyeke din a civakê hatiye kirin.