Wezîrê Karên Navxwe: PKK li ber Rêkeftina Şingalê dibe asteng

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed got, “PKK li ber Rêkeftina Şingalê dibe asteng.”

12.10.2023, Per - 12:12

Wezîrê Karên Navxwe: PKK li ber Rêkeftina Şingalê dibe asteng
Nuçe Belav bike

Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI), bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, li Hewlêrê bi rê ve çû.

Rêber Ehmed, di roja duyem a forumê de beşdarî panela bi navê “Rêkeftina Şingalê: Pêşveçûn û Asteng” bû.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Îraqê Qasim El-Eracî û Alîkarê Serokê UNAMIyê Claudio Cordone jî di heman panelê de axivîn.

Ehmed da zanîn ku Hikûmeta Îraqê ji bo Kurdên Êzidî yên ku li kampên Herêma Kurdistanê dijîn berpirsiyariyên xwe nayîne cih.

“Ew îradeya wan nîne”

Rêber Ehmed, bal kişans ser rewşa Şingalê û got:

“Gelek sozên ku hatibûn dayîn nehatin girtin. Heta niha jî 300 hezar Kurdên Êzidî li kampên Herêma Kurdistanê dijîn.

Pirsgirêkên me û Îraqê hene çimkî ew îradeya wan nîne ku zagonan, makezagonê û tewr rêkeftinên siyasî jî bi cih bînin.”

Ehmed destnîşan kir ku Rêkeftina Şinaglê her ku diçe tevlîhev dibe û da zanîn:

“PKK li ber Rêkeftina Şingalê dibe asteng. Heke PKK û grûpên din ên çekdar ji Şingalê neyên derxistin dê Hikûmeta Îraqê, Êzidî, xelkê sivîl û hejar berdêla nearamî û nûjennekirina Şingalê bidin.”

Wezîrê Karên Navxwe diyar kir ku “Şopên komkujiya DAIŞê hîn jî diyar in û gelek mirov heta niha jî winda ne.”

“Metirsiyeke mezin heye”

Rêber Ehmed, li ser rewşa Êzidî û Xiristiyanên li Nînowayê jî wiha axivî:

“Li ser hebûna Êzidî û Xiristiyanan a li Îraqê metirsiyeke mezin heye. Gelek Xiristiyanan ji Deşta Nînowayê bar kiriye û niha li Herêma Kurdistanê dijîn.

Mijarên wekî bûyera Hemdaniyeyê ji bo ku Xiristiyan ji Îraqê herin dibin rêxweşker. Birayên me yên Êzidî jî rûbirûyî heman pirsgirêkê ne.”

Ehmed li ser rewşa Kurdên Êzidî jî got, “150 hezar Kurdên Êzidî ji Îraqê koç kir. Pirrengiya Îraqê di bin metirsiyê de ye.

Li Herêma Kurdistanê zêdeyî 300 hezarî, li Şingalê jî 30-40 hezar Kurdên Êzidî dijîn. Tevê civaka Êzidiyan rûbirûyî metirsiyê ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:01:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x