Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê: Ji bo êrişa li Hewlêrê ti hincet nîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler hevdîtinek kir.

07.02.2024, Çar - 11:59

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê: Ji bo êrişa li Hewlêrê ti hincet nîne
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, Yaşar Guler di hevdîtinê de sersaxî ji malbatên wan kesan re xwestiye ku di êrişa Îranê ya li Hewlêrê de hatibûn kuştin.

Serokwezîriyê da zanîn ku Guler gotiye, “Ji bo êrişa li Hewlêrê ti hincet nîne.”

Li aliyê din, di hevdîtinê de rewşa giştî ya Îraqê û bipêşvebirina pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hat destnîşankirin, ji bo ewlehî û aramiya Îraq ûHerêma Kurdistanê girîng e ku hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de berdewam bike.

Serokwezîr Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re li gorî hêmanên “pêwendiyên baş ên cîrantiyê û berjewendiyên hevpar” bi pêş bixe.

Mesrûr Barzanî her wiha anî zimên ku Herêma Kurdistanê tim çavkaniya ewlehî û aramiyê ye û ew rê nadin ku Herêma Kurdistanê ji bo cîranên xwe bibe cihê gefan.

Herwiha mijarên wekî “bicihanîna xalên Rêkeftina Şingalê û vegera penaberan” hatin nirxandin.

Li aliyê din, di şandeya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de ji bilî Yaşar Guler, Sererkanê Artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak jî cih girt.

Yaşar Guler û şandeya pê re, doh êvarê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl û Berpirsê Karûbarên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatin pêşwazîkirin.

Yaşar Guler dê di çarçoveya serdana xwe de berê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Li gorî agahiyan, Yaşar Guler dê Serok Barzanî re jî hevdîtinekê bike.

Êrişa Îranê ya li Hewlêrê

Îranê 15ê meha borî bi 11 mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan mûşekan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya 11 mehî Jîne, mêhvanê wî Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê canê xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:36:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x