Di daxuyaniyekê de bo K24ê Endamekê Nûneratiya Palramentoya Iraqê li ser firaksyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK) Mihmed Osman ragehand ku, bilindkirina alaya Kurdistanê li ser dezgehîn fermî li Parêzgeha Kerkûkê mafekî destûriye.
Herwiha wî parlamenterê Encûmena Nûneratiya Iraqê da zanîn ku, bilindkrina alaya Kurdistanê pêwendiya xwe bi razîbûna Iraqê ve nine û hewca nake ku, nerîna Bexda werbigrin ji ber ku, ew yeke mafekî destûriye.
Duh jî, Parêzgarê Kerkûkê Necmdîn Kerîm derbarê bilindkirina alaya Kurdistan li ser dezgehên fermî yên wê parêzgehê di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, di destûra Iraqê de natiye behskirin ku, Kerkûk nikare alaya xwe bilindbike.
Herwiha Parêzgarê Kerkûkê tekez kirir bû ku, ne ji mafê ti dewletan e, destewerdanê bike karûbarê bajarê Kerkûkê, ew yeke babeteke navxweyî ye wan e.Herwiha daxwaz ji Encûmena parêzgeha Kerkûkê kirbû ku, bi zûtirîn dem deng li ser wê birayarê bidin, ji ber ku, ji mafê wa ye alaya gelê xwe bilind bikin.