Alaya rêjîma Sûriyê li ser Efrînê hat bilindkirin!

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, ku di destê PYD/PKKê de ye, alaya rêjîma Sûriyê hat bilindkirin.

02.05.2017, Sal - 05:49

Alaya rêjîma Sûriyê li ser Efrînê hat bilindkirin!
Nuçe Belav bike

Berpirsê dezgeha mafên mirov û demokrasiyê li Kurdistanê Comerd Hemdoş ji BasNewsê re ragihand, îro danê nîvro alaya rêjîma Sûriyê li gundê Kefercenê li devera Şera ya Efrînê hat bilindkirin.

Comerd Hemdoş, ku bi xwe xelkê Efrînê ye, da zanîn ku destpêkê 2 otobûs tijî hêzên rêjîma Sûriyê derbasî wî gundî bûn paşê alaya rêjîmê li ser avahiya navendeka PYDê, ku cihê leşkeriya neçar bû, hat bilindkirin.

Wî çalakvanê Rojavayî da zanîn ku komek hêzên rêjîma Sûriyê jî berê xwe dane sînorê Tirkiyê û tê pêşbînîkirin li wir jî alaya rêjîmê were bilindkirin.

Çend roj berê hêzên Rûsya derbasî ser sînorê navbera Tirkiye û herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bibûn.

Li gorî Hemdoş, bicîhbûna hêzên Rûsya li Efrînê tê wê wateyê ku hêzên rêjîma Sûriyê jî dê vegerin Efrînê.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:24:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x