Aldar Xelîl derbarê nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê de daxuyanî da

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser re hewlên nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê de nirxand.

12.09.2022, Pts - 08:14

Aldar Xelîl derbarê nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê de daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl dibêje, Rûsya dixwaze Şam û Enqerê li hev bîne, lê nêzîkbûna Şam û Enqerê nayê wateya lihevkirina herdu aliyan û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser re hewlên nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê de nirxand.

Aldar Xelîl amaje bi wê yekê kir ku ew lihevkirineke nêzîk a di navbera Enqere Şamê de dûr dibîne û got: “Rûsya dixwaze di navbera Şamê û Enqeê de lihevhatinek çêbibe. Di vê lihevhatinê de Rûs dixwazin Tirkiyê bikşînin aliyê xwe li beramberî aliyên rojavayî, hikumeta Şamê jî li ser linga bisekine. Ji ber ku dewleta Tirk ji 2011an de destê xwe avêt nava doysya Sûriyê, ew sedema sereke ya kûrkirina krîza Sûriyê ye. Kûrbûna alzoiyê û pêşneketina çareseriyê ji ber destwerdana dewleta Tirk bû.”

Xelîl anî ziman ku desthilatdariya Tirkiyê, rewş û êşa gelê Sûriyê ji bo xwe di aliyên siyasî, dîplomatîk, aborî û çend mijarên din de bi kar aniye û got: “Bi xêra aloziya Sûriyê rêjîma Erdogan heta niha li ser desthilatê maye û ev 20 sal in hikum dike, her wiha hişt ku xelk li dijî aloziyên hundirîn ên Tirkiyê ranebe û muxalefta Tirkiyê lawaz bikeve. Erdogan dosyaya Sûriyê ji bo xwe bi kar anî û xwe li ser lingan girt, her wiha girupên di nava Sûriyê de bi kar anîn, xaka Sûriyê dagir kir û komara Tirkiyê mezin dike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:16:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x