Amerîka û Tirkiye li ser vekêşîna hêzên PKKê li bakûrê Helebê rêkeftin!

Fermandarek kurdê rojavayê Kurdistanê aşkera kir, li hevtêgeheştinek di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de heye bo vekêşîna yekîneyên kurd ên ser bi PKKê li wan navçeyên bakûrê Helebê, ku piraniya rûniştvanên wan deveran erebin û radestî Lîwaya Mutesim a artêşa azad kirine û ku koçberên wan deveran jî vegerin navçeyên xwe.

17.04.2017, Pts - 06:04

Amerîka û Tirkiye li ser vekêşîna hêzên PKKê li bakûrê Helebê rêkeftin!
Nuçe Belav bike

Endamê encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS)ê Parêzer Mistefa Misto ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî li hevtêgeheştinek di navbera Amerîka û Tirkiyê de pêkhat, Amerîkayê ferman bo HSDê derxist ku pêwîste ew navçeyên piraniya wan erebin (11 gund û bajarok li bakûrê Helebê) xwe bikşînin û ew navçeyane radestî lîwaya Mutesim a artêşa azad bê kirin. herwaha rûniştvanên koçber bûne vegerin ser gund û bajarokên xwe.’’

Heman demê de Artêşa şoreşger ku yek ji pêkhateyên HSDê ye beyanameyek derxist û redkir ku gotûbêjek li ser navçeyên bakûrê Helebê hatibe kirin û radestkirina wan deveran ji hêzeke Tirkiye piştevaniya wan dike re bê kirin.

Lê Misto amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Proseya radestkirina gundên Ezaz a bakûrê Helebê, li gel opozîsyonê û radestkirina bajarok û gundan ji artêşa rejîma Sûriyê re li Rîf û Minbîcê diyar dike ku HSD bes hêzeke leşkerî ye û li benda fermana wan kesanin ku têniyê xwîna kurdanin, dûrin ji berjewendiyên gelê kurd li Sûriyê.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2012 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:54:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x