Amerîkayê li ser avakirina dewleta Kurd li Sûriyê û Iraqê li hev kiriye

Malpereke Sûriyeyî îdia kir Amerîkayê bi hin grubên kurd re li hev kiriye ku li Iraq û Sûriyê dewleteke mezin a kurdî ava bike. Çavkaniyên herêmê yên ku Spûtnîkê xwe gihand wan jî li ser vê îdiayê daxuyaniyên ji hev cuda dan.

26.03.2017, Paz - 09:46

Amerîkayê li ser avakirina dewleta Kurd li Sûriyê û Iraqê li hev kiriye
Nuçe Belav bike

Di nivîseke li ser malpera Inside Syria Media Center de, hat îdiakirin ku Amerîkayê û hin grubên kurdan li ser li hev kirine li ser erda Sûriyê Kurdistaneke xweser ava bikin. Li gor îdiayê, dê prosesa dewletbûnê piştî kontrolkirina Reqqa û Tebqayê bikeve meriyetê.

Di nivîsa malperê de tê îdiakirin, Amerîkayê sînorên dewleta Kurdistana mezin a ku piştî têkbirina DAIŞê were avakirin diyar kiriye û Washington ji bo têkbirina DAIŞê jî kurdan wek hêzeke tekane dibîne.

Li ser îdiayê rêveberê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) Mistefa Henîfî ji Spûtnîkê re nerastbûna wê îdiayê anî ziman û got, ji bo Amerîkayê berî her tiştî têkbirina DAIŞê tê ku di wê çarçoveyê de bi Kurdan re hereket dike.

Henîfî got: "Hebûna Amerîkayê li Sûriyê ji bo şerê DAIŞê ye. Heta niha me li ser niyeta wan a avakirina dewleteke kurdî li Sûriyê ti tiştek nebihîstiye. Ti gaveke siyasî nîne."

Rêvberê Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) Muslim Mihemed jî diyar kir ku Amerîka ji berê ve di çarçoveya Projeya Rojhilata Navîn a Mezîn de dilxwazê avakirina dewleta kurdî ye.

Mihemed di derbarê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn a Amerîkayê û avakirina dewleta kurd de da xuyakirin ku ew îhtimal heye û ew jî girêdayî helwesta Amerîkayê ye.

"Li gor me heger li welat projeyek were pêkanîn divê mafên kurdan jî tê de hebin. Heta hemû mafên kurdan. Heke hemû kurdan negire nav xwe, dewleta kurd jî çênabe."

Mihemed diyar kir ku mesele ne hezkirina Amerîkayê ya ji bo kurdan e, lê li Iraq û Sûriyê mafê kurdan heye azadiya xwe bi dest bixin û got, ‘Dê li herêma Kurdistanê di nav vê salê de referandûm çêbibe û serxwebûna xwe ragihînin.'

Rêveberê ENKSê li ser rewşa Sûrîyê û avakirina statuyekê ji bo kurdan jî wiha peyivî: "Dê Kurdistana Iraqê bibe navenda herêmên din. Ewê piştgiriya herêmên din ên kurdan bikin. Lê niha li Sûriyê jî zemîneke ku kurd bigihin mafên xwe heye. Ya ku ji me tê xwestin jî wekî kurd piştgirîya vê projeyê ye."

Berpirsê Karê Derve yê Kobaniyê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku Tirkiye wan wekî ‘peyreva PKKê' bi nav dike, Ewwas Elî jî ew îdia bi teqezî red kir.
Muslim Mihemed diyar kir: "Tiştekî wina tune. Ne rast e. Me li bakurê Sûriyê federalîzm ava kir. Di vê sîstema federalî de heta navê Kurdistanê jî derbas nabe. Me bi navê Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyê sîstema xwe bi nav kiriye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1245 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:29:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x