Artêşa Sûriyê bi çekên giran li Rojavayê Kurdistanê bi cih bûye

Li navçeya Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê Artêşa Sûriyê eniyên xwe bihêz dikin û topxaneya xwe amade dikin

22.07.2022, Cum - 11:47

Artêşa Sûriyê bi çekên giran li Rojavayê Kurdistanê bi cih bûye
Nuçe Belav bike

Li navçeya Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê Artêşa Sûriyê eniyên xwe bihêz dikin û topxaneya xwe amade dikin. Ev piştî lihevkirina Rûsya û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê ku rê li ber her êrîşeke Tirkiyê bê girtin.

Leşkerên artêşa Sûriyê li navçeyên rojhilatê Çemê Firatê û li ser sînorê Sûriyê yê ligel Tirkiyê hatine belavkirin. Helîkopterên Rûsî jî bi berdewamî çavdêriya rewşê dikin.

Fermandarê Artêşa Sûriyê Elî Nasir got, “Artêşa Sûriyê li navçeya Rojhilatê Firatê bi temamî hatiye belavkirin. Li gel navçeyên sînorê bi Trikiyê re. Em û Hêzên Sûriya Demokratîk em zarokên vî welatî ne û berpirsyaretiya me ye em bi hev re berevaniyê ji ber vê axê ve bikin, hevahengî di navbera me de heye da ku em berevaniyê ji ber sînorê Sûriyê bi tevahî ve bikin li dijî her êrîşekê çi ji Tirkiyê be çi ji aliyekî din be.”

Roja Pêncşemê Encûmena Ewlekariya Tirkiyê civiya û çend biryar derxistin. Di daxuyaniya Encûmena Ewlekariya Tirkiyê de hat ragihandin, “Di civînê de operasyon hatine gotûbêjkirin û plana siberojê jî hatiye danîn her wiha rêkarên pêwîst ji bo berdewamkirina operasyonan hatine danîn. Me daxwaz ji NATOyê kiriye rûbirûyî PKKê, KCKê û PYDê bibin.”

Sûriye, Iran û Rûsyayê li dijî encamdana her êrîşekê ne ji aliyê Tirkiyê ve. Amerîka û HSD jî dibêjin, her êrîşeke bo ser Sûriyê wê bikeve xizmeta DAIŞê û bihêle ew rêxistin careke din serî hilde.

Fermandarê HSDê Ehmed Mistefa anî ziman, “Erkê me şerê li dijî şaneyên DAIŞê bû lê em neçar bûn dest ji wî erkî berdin û bên vir û şerê Tirkiyê bikin, vê yekê jî derfet da DAIŞê ku çalak bibe. Her êrîşeke Tirkiyê bo ser navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê wê DAIŞê bihêztir bike, lewra em li dijî her êrîşeke Tirkiyê ne lê eger hat û Tirkiyê êrîş kir, em ê berevaniyê ji ber ax û xelkê xwe ve bikin.”

Di sala 2016an de, Tirkiyê Cerablûs û Ezaz dagir kirin. Destpêka sala 2018an Tirkiye û hêzên nêzîkî wê operasyoneke bi navê Çiqlê Zeytûnê bo ser Efrînê dest pê kir û piştî du mehan, herêmeke Rojavayê Kurdistanê dagir kirin. Di Cotmeha 2019an de jî wan hêzan êrîşî ser sînorê Girê Sipî û Serê Kaniyê kirin li Rojavayê Kurdistanê û ew jî dagîr kirin.

Armanca operasyona vê carê ya Tirkiyê, wek berpirsên wî welatî amajeyê pê didin, Til Rifat û Minbic e ku her du jî di bin desthilata Rêveberiya Xweser de ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 620 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:43:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x