Berdevkê Pentagonê: HSDê hîn Tebqa kontrol nekiriye

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Mîralay Jeff Davis bersiv da pirsa li ser rewşa dawî ya şerê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yê li bajarê Tebqayê.

25.04.2017, Sal - 07:00

Berdevkê Pentagonê: HSDê hîn Tebqa kontrol nekiriye
Nuçe Belav bike

Berdevkê Pentagonê Davis di civîna rojnamevanî de li ser pirsa nûçeyên kontrolkirina bajarê Tebqayê ji aliyê HSDê ve û ketina nav bajêr got, "Ez nizanim bê sînorên bajêr çawa pênase dikin, lê dizanim ku nêzîkê bajêr in. Ketina nav bajêr jî wê ne surprîz be. Lê belê bajêr hîn di kontrola DAIŞê de ye."

Davis herwiha diyar kir ku ji xeynî bajarê Tebqayê bendava Tebqayê jî hîn di kontrola DAIŞê de ye û ava bendavê jî heta astekê hatiye kêmkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:55:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x