Nivîsîngeha Enerjiyê ya herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihand, ji êvara 13ê Tîrmeha 2022an heta 15 rojan, bi sedema çaksaziyê di kargeha gazê ya Siwêdiyê ya li navçeya Rimêlanê dê elektrîk li ser hemû bajarên Cizîrê qut bibe.