Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîş û gefên Tirkiyê li ser bajarê Efrînê daxuyaniyek belav kir.
Îro, Sêşemê 16.1.2018 Encûmena Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di daxuyaniyekê de gefên Tirkiyê li dijî Efrînê şermezar kir û ragihand, Tirkiye bi hinceta parastina ewlehiya xwe bi awayekî hîstîrî gefê li Efrînê dixwe û ligel grûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê Efrîn dorpêç kirine.
Herwiha di daxuyaniya xwe de ENKS daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî kir fişarê bixin ser Tirkiyê da ku êrîşa xwe li ser Efrînê rawestîne.
Di heman demê de daxwaz ji PYDê ku dev ji siyaseta xwe tekane berde û ji bo yekxistina navmala Kurdî û komkirina karînan li hember metirsiyan.