ENKS ji bo parastina daristanên Efrînê bang li civaka navdewletî dike

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) qutkirina dar û daristanên Efrînê ji aliyê grûpên çekdaran ve şermezar dike û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dike ku destwerdanê bike û van tawanan rawestîne.

02.09.2022, Cum - 12:16

ENKS ji bo parastina daristanên Efrînê bang li civaka navdewletî dike
Nuçe Belav bike

ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Binpêkirinên tirsnak li dijî nişteciyên herêma Efrînê û sirûşta wê, ji aliyê grûpên çekdar ve bêyî nirxên exlaqî didomin. Ev grûpên çekdar çend roj berê, bi sedan hektar dar li nahiyeyên Cindirês û Meydankê û gundên derdor qutkirin, ku ev nîşaneya çanda wan a werankirina şirûştê ye.”

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) diyar kir ku ew van kiryarên ne exlaqî, bi tundî şermezar dikin û got: “Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û van tawanan rawestînin û em bang li dewleta Tirkiyê dikin, ji ber ku herêmê kontrol dike, herêmê biparêzin û hesabê ji tawanbaran bixwazin.”

Herwiha ENKS daxwaz ji Îtîlafê jî dike ku bi erkê xwe yê niştimanî û exlaqî rabe, van kiryar û tawanan şermezar bike û tawanbaran bide dadgehê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:34:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x