Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa firokeyên Tirkiyê li ser çiyayê Şingal û Qereçoxê şermezar kir û daxwaz ji PKKê dike ku rê li ber bihaneyên Tirkiyê bigire û ji Şingalê vekişe.
Emîndariya Giştî ya ENKSê êrîşa firokeyên Tirkiyê ya li ser pêgehên Pêşmerge û YPGê li çiyayê Şingal û Qereçoxê, ku di encamê de 5 Pêşmerge û 20 şervanên YPGê şehîd bûn û hejmareke din birîndar bûne, bi daxuyaniyekê şermerzar.
Di daxuyaniya ENKSê de hatiye, “Di dema ku em tundî êrîşa Tirkiyê şermezar dikin, em daxwaz ji PYDê dikin ku lêvegerekê ji siyaset, kiryar û pêwendiyên xwe re li Kurdistana Sûriyê çê bike û vegere nava rêza Kurdî.”
Herwiha ENKSê daxwaz ji PKKê kir ku rê li pêş bihaneyên Tirkiyê bigire û ji Şingalê vekişe. Herwiha ENKSê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê û PKKê kir ku vegerin diyalog û proseya aştiyê û çekan bêdeng bikin, ku gelê Kurd û Tirk ji bêhtir 30 salî ji ber ji bijardeya leşkerî û tundûtûjiyê dinalin.
Firokeyên şer yên Tirkiyê roja 25 Nîsanê êrîşî ser çiyayê Şingal û Qereçoxa Rojavayê Kurdistanê kir û di encamê de 5 Pêşmerge û 20 şervanên YPGê şehîd bûn û hejmarek jî jî birîndar bûbûn.