ENKSê daxwaz ji Rûsya kir: Divê mafê gelê Kurd di destûra nû de parastî be

Li avahiya wezareta derve ya Rûsya, Şanda ENKSê bi cîgirê wezîrê derve re civiya û daxwaz kir ku Rûsya bi rolekê rabe ku mafê gelê Kurd di destûra Sûriyê de bê bicihkirin.

30.05.2018, Çar - 05:45

ENKSê daxwaz ji Rûsya kir: Divê mafê gelê Kurd di destûra nû de parastî be
Nuçe Belav bike

Şandeke payebilinda Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Siûd Mele bo pêkanîna çend hevdîtinan serdana Rûsyayê kir.

Di şanda ENKSê de herwiha Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yê ENKSê, Kamîran haco, Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKSê, Îbrahîm Biro û Nûnerê ENKSê di Desteya Bilind a Danûstandinkar a Opozisyonê de, Hewas Egîd jî cih digrin.

Şanda ENKSê îro Sêşemî gihîşte Moskowê û dest bi hevdîtinên xwe kir. Li gorî agahiyên ji Moskowê ve, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya, Mîxayîl Bogdanov û çend berpirsên din ên wezaretê, pêşwazî li şanda ENKSê kirin.

Di civîna protokolî de, ku ji rojnamevanan re vekirî bû, Serokê ENKSê, Siûd Mele da xuyakirin, ku ew bi wê hêviyê hatine Moskowê, ku Rûsya bi roleke ektîv rabe, daku di proseya amadekirina destûrekî nû ji Sûriyê re, mafê gelê Kurd li Sûriyê têde cihê xwe bigire.

Siûd Mele herwiha di civînê de ji rayedarên Rûsyayê re got, bi awayekî destûrî hebûn û mafê gelê Kurd di sûriyeya paşerojê de vparastî be.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya, Mîxaîl Bogdanov jî di vê civînê de bi xêr hatina şanda ENKSê kir, û ragihand, ku Moskow nerînên ENKSê dişopînin û giringiyê dide wan nêrînan

Bogdanov da xuyakirinm têkiliya Rûsya bi tevahiya aliyan re li nav Sûriyê heye, ev yek jî dihêle ku Moskow bikaribe bi roleke giring rabe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 729 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:23:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x