Hikûmeta Fînlandiyayê di salvegera avabûyîna dewleta xwe ya sed salî yê de bo, rêzdariya mafên mirovan û edeleta global wêneyê Alan Kurdî li ser pereyên xwe nexşand.
Fînlandiya di çarçoveya pîrozbahî û bîranînên avabûyîna dewleta xwe de xwest ku balê bikişîne ser edeleta global û rêzdariya bo mafên mirovan. Hikûmetê ji bo vê yekê jî wêneyê ku di dinê de bûye sembol yê Alan Kurdî yê ku di sala 2015an de li peravên bahra Egeyê hatibû dîtin li ser pereyên xwe nexşand.
Weşandina wêneyê di medya û raiya giştî ya Fînlandiyayê de ji ber ku bûyereke diltezîn e û di rojek wisa bi coş de hatiye weşandin bû sebebê nîqaş û guftigoyan. Lê ji bo miletê kurd û dostên kurdan weşandina pereyên bi fotoyê Alan Kurdî bû cihê serbilindiyê.
Alan Kurdî zarokê kurd ku di sala 2015a de li peravên bahra Egeyê mirîtî hatibû dîtin û li çar aliyên dinyayê bibû wek sembolek yê bindestiya xelkê xizan ên gurbaniyên şer.