Hikûmeta Sûriyê rê nade alîkariyên ji Silêmaniyê derbasî taxên Kurdan bibin

Rêveberiya Xwesere ragihand ku Hikûmeta Sûriyê rê nade ku alîkariyên mirovî yên ku ji Silêmaniyê ji bo zîyandîtiyên erdhejê yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê yên Kurdnişîn hatine şandin derbas bibin. Alîkarî 6 roj in li ber deriyê Tahiye têne sekinandin.

14.03.2023, Sal - 06:48

Hikûmeta Sûriyê rê nade alîkariyên ji Silêmaniyê derbasî taxên Kurdan bibin
Nuçe Belav bike

Endamê Maseya Krîzê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm ragihand ku hikûmeta Şamê ev 6 roj in derbasbûna alîkariyên mirovî yên ku ji bajarê Silêmaniyê ji bo ziyandîtiyên erdhejê yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê yên Kurdnişîn hatine şandin asteng dike.

Alîkariyên ku ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve hatine komkirin ûşandin ji 25 barhilgiran pêk tên.

Rêveberiya Xweser roja Sêşemî 7ê Adarê ragihandbibû ku 25 barhilgir alîkariyên ku ji aliyê xelkê Silêmaniyê hatine komkirin wergirtine.

Medya nêzîkî Rêveberiya Xweser got, hikûmeta Sûriyê daxwaza sedî 75 ya wan alîkariyan dike û dibêje, eger sedî 75 ya alîkariyan bigihe wan wê rê bide sedî 25 ji wê alîkariyê bigihin Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:22:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x