Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) êrişa li Dêra Mar Elyasê ya Şamê şermezar kir.
Doh êvarê (22-06-2025) li Dêra Mar Elyasê ya Şama paytexta Sûriyeyê teqînek çêbû.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku di vê teqînê de 22 kes mirine û 59 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê jî da zanîn ku "Terorîstekî DAIŞê ev êriş kiriye."
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HDS) ev êriş şermezar kir û daxuyand ku ew pêbendî têkoşîna li dijî terorê ne û her dem amade de ne li her devera Sûriyeyê beşdarî hewldanên li dijî terorê bibin.
"Teror ji bo hemû Sûriyeyiyan tirs e”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) destnîşan kir ku êriş hemû pêkhateyên Sûriyeyê “yên hez ji azadî û aştiyê dikin” armanc dike û got:
"Teror ji bo hemû Sûriyeyiyan tirs e û dijminekî hevbeş ê tevna resen a Sûriyeyê ye."